Kilîle û Dimne

Kilîle û Dimne

Ev pirtûk nêzîkî du hezar sal berê, ji hêla Beydeba ve bi zimanê Hîndûyan yên kevin bi Sanskirîtî hatîye nivîsîn. Bingeha çîrokên Kilîle û Dimne, li ser ehlaq û edaletê hatine avakirin. Çîrok fabl in û bi zimanê şîretê hatine nivîsîn. Berhem navê xwe, ji her du lehengên pirtûkê “Kilîle û Dimne” digire, ev her du serenav navên du çeqelan in. Kilîle feraset, rastî û zanînê sembolîze dike, Dimne jî sembola çewtî, kirêtî û derewê ye. Pirtûk bi awayekî resen ji “15 Baban” pêk tê, lê ev pirtûka hanê bi tenê guldesteyek ji van çîrokên fabl yên nava pirtûkê hatine hilbijartin. Pirtûk heta niha li şêst zimanên cîhanê hatîye wergerandin.

Di pirtûkê de 10 çîrok hene. Sadiq Reşwan pirtûkê ji Farisî wergerand. Wêneyên pirtûkê ji hêla Fehîme Ferîmane ve hatine xêzkirin.

Navê Kitêbê Kilîle û Dimne
Navê Orîjînal Pança-Tantra
Nivîskar BEYDEBA ..
Wergêr / Lêkolîner Sadıq Reşwan
ISBN 978-605-9426-33-6
Cûre çîrok
Rûpel 64
Ebat 14.00 x 19.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg Amerikan cilt