TORÎ û MORÎ- Destpêka Xwendinê (6 Fasîkul)

TORÎ û MORÎ- Destpêka Xwendinê (6 Fasîkul)

Destpêka Xwendinê ji 6 fasîkulan pêk tê. Pirtûk ji hêla Mem Bawer ve hatiye amadekirin. Di her fasîkulê de komek tîp hem ji hêla deng ve, hem jî ji hêla nivîsandinê ve hatine nîşandan. Di fasîkula yekemîn de bo destpêka nivîsandinê, ji bo zarokan xêzên cuda hene. Di pirtûkê de heta nehan danasîna jimaran jî hatiye kirin. Ji çand û folklora Kurdî mamik û zûgotinok û helbest jî di nav pirtûkê de cî girtine. Wêneyên pirtûkê ji hêla Qerbelek û Ozenç Kılıçkaya ve hatine amadekirin. Ebata pirtûkê A4 e

Mem Bawer

Mem Bawer ; di sala 1973’yan li Amedê, li navçeya Bismilê, li
gundê Safya ji dayik bûye. Di 1997’an de Zanîngeha Dîjleyê ,
Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Helbestên wî heta niha
di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan,
Tîgrîs, Pîtoresk, Kovara Wenda û di Kovara Hawara Botan de
weşiyane. Tevli gelek festîwal û panelan bûye. Dîwana wî ya bi
navê Stêrka Sêvê û du pirtûkên wî yên zarokan li Farisî hatin
wergerandin. Di sala 2014’an de ji bo zarokan tevli sê hevalên
xwe Weşanxaneya Hîvayê ava kir. Piştî kar û xebatên sê salan ew
û hevalê wî yê bi navê Ridwan Polat dîsa bi taybetî ji bo zarokan
di sala 2016’an de Weşanxaneya MORÎ ava kirin


Navê Kitêbê TORÎ û MORÎ- Destpêka Xwendinê (6 Fasîkul)
Navê Orîjînal TORÎ û MORÎ- Destpêka Xwendinê (6 Fasîkul)
Nivîskar Mem Bawer
Wergêr / Lêkolîner MEM BAWER
ISBN 978-605-9426-54-1
Cûre Perwerde
Rûpel 96
Ebat 19.00 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg Tel dikiş