Mîrzayê Biçûk

Mîrzayê Biçûk

 

Mîrzayê Biçûk vegerîya cem rovî û got: “Bi xatirê te!”
Rovî got: “Oxir be lê niha bisekine, ku ez raz û nepenîya ku min ji te ra qala wê kiribû,
aşkere bikim. Ew pir sade û asayî ye. Vê baş bizane,
“Mirov tenê bi çavên dilê xwe dikare rastîyê bibîne.
Çav kor û xapîner in, tu caran nikarin rastîyê bibînin.”
Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir:
“Çav kor û xapîner in tu caran nikarin rastîyê bibînin.”
Rovî got: “Mirovan ev rastî ji bîr kiriye lê divê tu ji bîr nekî. Her tiştê ku te kedî kiribe,
divê tu heta dawîya emrê xwe êdî ji dil û can berpirsyarê wî tiştî bî. Tu berpirsyarê gula xwe yî.”  Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir:

“Ez berpirsyarê gula xwe me…”

Navê Kitêbê Mîrzayê Biçûk
Navê Orîjînal Le Petit Prince
Nivîskar Antoine de Saint-Exupéry
Wergêr / Lêkolîner Mehdî Jafarzadeh
ISBN 978-605-9426-56-5
Cûre çirok
Rûpel 96
Ebat 14.00 x 19.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg Amerikan cilt