Mem Bawer ; di sala 1973’yan li Amedê, li navçeya Bismilê, li
gundê Safya ji dayik bûye. Di 1997’an de Zanîngeha Dîjleyê ,
Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Helbestên wî heta niha
di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan,
Tîgrîs, Pîtoresk, Kovara Wenda û di Kovara Hawara Botan de
weşiyane. Tevli gelek festîwal û panelan bûye. Dîwana wî ya bi
navê Stêrka Sêvê û du pirtûkên wî yên zarokan li Farisî hatin
wergerandin. Di sala 2014’an de ji bo zarokan tevli sê hevalên
xwe Weşanxaneya Hîvayê ava kir. Piştî kar û xebatên sê salan ew
û hevalê wî yê bi navê Ridwan Polat dîsa bi taybetî ji bo zarokan
di sala 2016’an de Weşanxaneya MORÎ ava kirin