BENDAR & Kehaneta Sêmenda


Romana BENDAR, ji 15 beşan pêk tê. Roman li ser tevneke Fantastîk hatiye avakirin. Roman bi beşa Mala Bêban dest pê dike, bi Kehaneta Sêmenda didome û bi beşa Kesk û Sor û Zer bi dawî dibe. Di romanê de gelek raz û sembolên kurdewar bi cî bûne. Di vê romanê de pirtûk bi lehengên xwe re dipeyivin. Di beşa Korê Nekor de ji devê leheng gotinên Felsefîk tên vegotin.
“...Herkes paş de mabû. Zilamê ku bi tena serê xwe mabû, bi lez û bez ket hundirê mala bêban. Bêhna wî çikyayî û dilê wî mîna ku li sîngê wî bixe hildiavêt. Di nava gelek tiştên ecêb de derbas bûbû, bi rewşeke westiyayî tenê daxwazeke wî hebû ku ew jî derketina derve bû. Pêşî li dora xwe nihêrî û bi baldarî meşiya. Piştî qasekê odeyeke piçûk î balkêş derketibû hember wî…

Navê Kitêbê / Kitabın Adı BENDAR & Kehaneta Sêmenda
Nivîskar / Yazar Alî Aydin Çîçek
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 978-605-9426-31-2
Rûpel / Sayfa 256
Ebat 1.00 x 1.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2018
Çap / Baskı 9
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Morî
Berg / Kapak Tasarımı Sırtlı