HITOKÊ û PAPÛŞKO- SETA 2.

HITOKÊ û PAPÛŞKO- SETA 2.

HITOKÊ Û PAPÛŞKO - SETA 2.

6.    Gula Gulberoj: Hitokê keçikek piçûk e. Pêlîstokek wê ya bi navê PAPÛŞKO heye. Her dem pê ra dipeyive û jê ra qala derd û kulê xwe dike, pê dilşa dibe. Di vê pirtûkê da Hitokê bi dayika xwe ra diçe nava zevîyekê û xweşikahîya xwezayê dinase. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.

7.    Baxçeyê Zarokan: Di vê pirtûkê da Hitokê dest bi dibistanê dike. Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse, lêbelê paşê hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelek hez dike. Gava ji dibistanê tê malê hemû tiştên ku li dibistanê jîya ye ji pêlîstoka xwe ya Papûşko ra qal dike. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.


8.    Dîno: Di vê çîrokê de Hitokê li kolanan kûçikek bi navê Dîno dinase. Gelekî jê hez dike, bi hev ra dilîzin, lê carina dayika wê destûr nade ku ji Dîno hez bike. Dîno her cara ku Hitokê dibîne kêfa xwe ji wê ra tîne. Zarok bi saya vê pirtûkê bi hezkirina ajelan dihesin. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.

9.    Dîlan: Çîrok bi sitrana gelêrî ya bi navê 
“De bi lûr lûr, lûr lûr lûr lûr, 
De bi lûr lûr, lûr teşîyê.” dest pê dike.
Hitokê cara ewil bi dê û bavê xwe ra diçe dawetekê û gelek kêfa wê tê. Di çîrokê da ji dawetên kurdewar çend dîmen jî hene. Hitokê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli vê dawetê dibe. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.

10.    Nexweşî: Di vê çîrokê de Hitokê bi dayika xwe ra diçe sûkê. Dayika wê ji bo zivistanê cil û bergên qalin disitîne, lêbelê Hitokê cilên tenik li xwe dike û bêyî ku haya dê û bavê wê jê hebin diçe li parka ber mala wan dilîze û paşê nexweş dikeve. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
 

Navê Kitêbê HITOKÊ û PAPÛŞKO- SETA 2.
Navê Orîjînal HITOKÊ û PAPÛŞKO- SETA 2.
Nivîskar Newaf Mîro
Wergêr / Lêkolîner ...
ISBN 978-605-9426-00-8
Cûre çîrok
Rûpel 60
Ebat 19.00 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2019
Çapa Çendan 1
Berg tel dikiş